Li Arnhem û Bordeaûxê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarên Arnhem û Bordeaûxê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li bajarên Arnhem û Bordeaûxê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
ARNHEM
Li bajarê Hollandayê Arnhemê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin protestokirin.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê terorîst” hatin berzkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Fransayê Bordeaûxê bi şîara “Azadî ji Ocalan re” çalakiya kon hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û govend hate gerandin.
Êvarî jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Efrînê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku çareserî modernîteya demokratîk e ya ku modela Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.