Li Arjantînê piştgiriya bi Rojava re

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê ji bo Rojava çalakiyeke piştgiriyê pêk hat.

Li Arjantînê Encuentro de Memoria Verdad y Justicia (EMVyJ) - Kombûna Hiş, Heqîqet û Edaletê) ku ji gelek saziyên mafên mirovan, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên jinan pêk tê, ji bo Rojava çalakiyeke piştevaniyê pêk anî.

Tevî gelek însiyatîfên jinan her wiha sazî û hunermendên li derveyî EMVyJ jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ya li mezintirîn meydana Bûenos Aîresê, her wiha belavoka Kongreya Star a Rojava hate xwendin.

Heman piştî çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava re ji bo piştevaniya gelê Şîlî meşek pêk hat.