BI DÎMEN

Li Arjantînê aktîvîteya Newrozê: Erdogan divê bê rawestandin

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê aktîvîteyê Newrozê hat lidarxistin, qetlîamên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê aktîvîteyê Newrozê hat lidarxistin, qetlîamên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.  Di  aktîvîteya Newrozê de Dayika Qada Gulanê Baravalle axivî û wiha got: “Cihê ku Erdogan kiryarên xwe yên faşîst pêk tîne, pewîst e em rawestînin.”

Li Qada Obelîsco ya Buenos Aîres ya  Arjantînê Newroz hat pîrozkirin. 

Di peşengiya  Komîteya Piştgiriya Kurdistan û Latîn Amerîkayê de banga tevlîbûnê hatibû kirin û bi zedetirî 200  kesî ve Newroz hat pîrozkirin.