Li Antalyayê 8 Dayikên Aştiyê hatin destgîrkirin

Li Antalyayê polîsan girtin ser malên Dayikên Aştiyê û 8 dayik destgîr kirin.

Li Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ku bi îdiaya “temînkirina fînansekirina rêxistinê” da destpêkirin de polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de dayikên aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenuray, Zekiye Alak, Hulya Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan bi hinceta pere ji girtiyan re şandine, hatin destgîrkirin.

Dayikên Aştiyê birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê û îfadeya wan hat girtin. Tê payîn îro dayikan bibin edliyeyê û îfadeyên wan bên stendin.