Li Amsterdamê semînera qirkirina Dêrsimê
Li Amsterdamê semînera qirkirina Dêrsimê
Li Amsterdamê semînera qirkirina Dêrsimê
Li bajarê Amsterdam a Hollandayê, bi mijara Qirkirina Dêrsîmê semînerek pêk hat. Semînera bi wesîleya 76’emîn salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî de pêk hat serokê Komeleya Jinûve înşakirina Dêrsîmê û nivîskar Haydar Işik tevli bû.
Semînerê eleqeyek mezin dît û saet di 13.00’an de li Komeleya Civaka Kurd (CDK) pêk hat. Haydar Işik got li Dêrsîmê serhildanek çênebûye û ev hinceta veşartina qirkirinê ya dîrtatora kemalîste. Işık got dema Mustafa Kemal digot otonomiyê bidin kurdan li aliyê din jî li Koçgiriyê li dijî kurdan komkujî pêk anî.
Işik diyar kir ku komara nû ya ku li ser zîhniyeta yek netew, yek dewlet û yek olî hat avakirin, ji ber vê taybetiya xwe serhildana Şêx Saîd kir hincet û li dijî kurdan êrîşa îmhayî pêk anî û kurdên ji wir rizgar bûn û tevli serhildana Agiriyê bûn jî, bi Îranê re bûn yek û hemû qetilkirin.
Işik got wê demê Osmaniya nêzî 100 sefer pêk anîne li Dêrsîmê jî piştî nekarin serkeftinê bidest bixin berê xwe dan Dêrsimê û di 4’ê Gulana 1937’an de pêngava yekemîn ya qirkirinê avêtin.
Di serî de Mustafa Kemal, Îsmet Înonu, Kazim Karabekîr, Fevzî Çakmak, Celal Bayar bi hev re biryar dan.
Seyid Riza û hevalên xwe her tişt dan ber çavan û hatin girtin. Ligel ku Seyîd Riza û hevalên xwe tirkî nizanibûn jî li dadgehên Îstîklalê hatin darizandin û mafê parastinê nedanê û darvekirin. Li Qada Genim a Elezîzê hatin darvekirin û ji bo gorên wan tunebe, cenazeyên wan şewitandin.
Di dîrokê de her tim dewleta trik li djiî kurdan û Elewî, Sunî û Ezdiyan polîtîkayên qirkirinê meşandin.lê Gelê kurd bedelên mezin dan û ev polîtîkaya qirkirinê vala derxistiye.”