Li Amsterdamê ji bo azadiya girtiyên siyasî çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê tên ragirtin, çalakî hat lidarxistin.

Li Elmanyayê, piştî ku PKK di 26'ê Mijdara 1993'an de hat qedexekirin, zexta li hemberî sazî û siyasetmedarên Kurd destpê kir. Di encama van zextên ku ev 23 sal in bênavber dewam dikin, heta niha gelek kes mexdûr bûne.
Kurdistaniyên li Hollandayê dijîn, li ber Sefaretxaneya Bilind a Elman a li Amsterdamê çalakiyek pêk anîn û pankarta bi nivîsa "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" vekirin.
Çalakgeran maskeyên ji wêneyên girtiyên siyasî danîn ser rûyê xwe û polîtîkayên durû yên hikûmeta Merkel teşhîr kirin. Çalakgeran, dosyayek li ser daxwazên xwe yên ji bo berdana girtiyên siyasî yên li Elmanyayê pêşkêş kirin.
Çalakgeran piştre çelengek reş danîn ber Sefaretxaneyê û dawî li çalakiya xwe anîn.