Li Amedê şerê qeyûm û komîsyonê!
Şerê rantê ya li şaredariyên qeyûm ên AKP’ê geş dibe. Girtina karkeran a ji bo Şaredariya Mezin a Amedê veguherî ‘şerê lîsteyan’.
Şerê rantê ya li şaredariyên qeyûm ên AKP’ê geş dibe. Girtina karkeran a ji bo Şaredariya Mezin a Amedê veguherî ‘şerê lîsteyan’.
Piştî ku qeyûm hate ser Şaredariya Mezin a Amedê bi sedan kes ji kar hatin avêtin, 140 kes jî Îlonê bi mulakata serokên daîre û şûbeyan kirin kar. Qeyûm Cumalî 10’ê Mijdarê 70 ji 100’î kesên ku ji bo kar hatibûn girtin ji kar avêtin.
KURÊ SEROKÊ DAÎREYÊ KIRIN KAR DE
Xebatkarekî şaredariyê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir beriya ku karkeran ji bo şaredariyê bigirin qeyûm lîsteyek ji komîsyonê mulakatê re şandiye û li gorî vê lîsteyê mirov kirine kar de. Qeyûm piştî ku dît kesên ku lîsteyê de hebûn û nexistibûn kar 70 kesê ku ji bo kar girtibûn ji kar avêt. Qeyûm diyar kir ku komîsyona mulakatê kesên nêzî xwe kirine kar û tê gotin qeyûm xwestiye ku hemû serokên daîreyan û mûdirê şûbeyan ên ku di komîsyonê de ne îstîfa bikin. Hate gotin ku qeyûm Cumala Atîla serokên daîreyan û midûrê şûbeyan ên ku îstîfa nekirine bi îxraca bi BHQ’yan gef li wan xwariye.
DU ASTENGBAR JÎ JI KAR AVÊTINE
Diyar bû ku di nav wan kesan de ku ji kar hatine avêtin du mirovên astengbar jî hene.