Li Amedê MAK’ê li dijî boriya petrolê çalakiya sabotajê lidar xist

Milîsên Azadiyê ya Kurdistanê (MAK), da xuyakirin ku wan li navçeya Hezro ya Amedê li dijî boriya petrolê çalakiyek sabotajê lidar xistine.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

MAK (Milîsên Azadiyê ya Kurdistanê) got, "Xeta petrolê ya dewleta faşîst û dagirker, roja 30'ê Adarê saet derdora 21:15'an de li taxa Înce Kavak a li navçeya Hezro ya Amedê bi teknîka sabotajê hate teqandin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, "Di encama agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirtine de, hat diyarkirin ku bi sedan warîlên petrolê hatiye îmhakirin û ev jî bû sedema teqîn û bandorek xurt li derdorê. Yekîneyên me bi awayekî serketî ji qada çalakiyê derketine."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk bi bikaranîna TPAO’yê (Hevkariya Anonîm a Petrolan a Tirkiyeyê) li Bakurê Kurdistanê talaneke din dike û pereyê ku ji van kargehan bi dest dixe di şerê li dijî gerîlayên azadiyê û gelê me de bi kar tîne."

MAK’ê, destnîşan kir ku, her tiştê ku faşîzmê xwedî dike di hedefa wan de ye û wiha got, “Bi vê çalakiyê re em dewletê hişyar dikin ku ev hefteyeke li herêmên Amedê Bakurê Kurdistanê operasyonê dike. Çiyayên me biterikînin, naxwe çiyayên me wê ji we re bibin goristan."