Li Amedê kuştina 2 birayan veguherî doza xwînê
Li Amedê kuştina 2 birayan veguherî doza xwînê
Li Amedê kuştina 2 birayan veguherî doza xwînê
Li navçeya Amed Sûrê, di navbera du malbatan de li ser erd pevçûn derket û di encama pevçûna çekdarî ya li Bazara Heywanan de Husnu Tekel (42) û Şehabettîn Tekel (33) ên birayên hev, jiyana xwe ji dest dan 4 kes jî birînda bûn.
Mirî û birîndar rakirin nexweşxaneyê û malbata Tekel û endamên malbata Tokûr li mezra Reşan a gundê Kûtlû yê Licê, li ser vê bûyerê bi hev ketin.
Di pevçûna li vê derê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Li dû herdu bûyeran, gundê Kûtlû û mezra Reşan ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin.