Li Amedê Komeleya Şêx Seîd hat avakirin
Li Amedê Komeleya Şêx Seîd hat avakirin
Li Amedê Komeleya Şêx Seîd hat avakirin
Malbata Şêx Seîd û xizmên wî der barê damezrandina Komeleya Şêx Saîd civînek çapemeniyê lidar xistin û di civînê de neviyê Şêx Seîd Şêx Alî Riza Firat axivî. Firat ev tişt anî ziman: " Em helwesta Şêx Seîd û hevalên wî, mîsyona sereke ya komeleyê dibînin."
Malbata Şêx Saîd û xizmên wî bi munasebeta damezrandina Komeleya Şêx Saîd a Piştgiriyê ya Çand û Perwerdehiyê li ser damezrandina komeleyê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civînê neviyê Şêx Saîd, Şêx Alî Riza Firat daxuyanî da. Firat di daxuyaniyê de sureyek xwend û got ku di sureyê de tê gotin ku ew kesên di rêya xwe dê de têne kuştin ne mirîne û ew sax in lê haya wan jê nîne. Firat diyar kir ku ew li ser banga kurê Şêx Saîd Şêx Ahmet Firat malbat û neviyên Şêx Seîd hatine cem hev û biryara komeleyê dane. Fırat da zanîn ku wan di 30'ê Cotmeha 2014'an de serlêdana xwe ya fermî kirine û di 7'ê Mijdarê de daxwaza wan hatiye pejirandin.
'ARMANCA KOMELEYÊ YEKÎTIYA KURDAN E'
Firat bilêv kir ku armanca komeleyê ji bo yekitiya kurdan, ji bo di Rojhilata Navîn de bibin pira biratiyê û çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rê û rêbazên aştiyane weke beşek mîsyona xwe dibînin. Firat destnîşan kir ku mîsyona Şêx Seîd û hevalên wî li cem mazlûman û li hemberî zaliman serî rakirine û wiha axivî: "Em helwesta Şêx Seîd û hevalên wî yê dozê ji bo çareserkirina pirsgirêkên roja me wek çare dibînin. Komeleya me dê bibe parazvanê vê misyonê." Firat anî ziman ku ew li dijî DAIŞ a ku di bin rûpoşê îslamê de êrîşî gelê bindest û mazlûman dike şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo tekoşîna Rojava anî ziman.
Firat spasiyên xwe ji bo piştgiriya DBP'ê û KNK'ê kir û wiha got: "Di serdanên me de DBP û KNK'ê piştgiriya me kir, em spasiyê xwe ji van dezgehan re dikin." Firat got ku hevdîtinên wan bi saziyên siyasî yên bakurê Kurdistanê didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me hevdîtin bi KCD, HDP, DDKD, HAK-PAR, HAREKETA AZADÎ, DÎAY-DER û PAK'ê re pêk anîn. Hevdîtinên me yên bi saziyên bakurê Kurdistanê re berdewam dike." Firat bi bîr xist ku di demên pêş de wê xebatê xwe ji bo xizmeta gel wê geştir bimeşînin.
Firat got ku wan duh ji bo fatihayê li ser gora Şêx Seîd a li gundê Pîranê ya navçeya Dîcle li Goristana Şehîdan bi tevlîbûna hezaran kesî xwestine bixwînin lê ji aliyê polîsan ve destûr nehatiye dan û li hemberî wan êrîş pêk hatiye. Firat diyar kir ku êrîşa li hemberî gel tê wateya dûrutiyê û got ku li aliyekî behsa çareseriyê dibe ji aliyê din ev êrîş pêk tên wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev êrîşa ku pêk hatiye dûrutiye û karê munafikan e. Kesên ku qala çareseriyê dikin divê li gorî wê tevbigerin."