Li Amedê jina ciwan întîxar kir

Li Amedê jina ciwan întîxar kir

Li navçeya Kayapinar ya Amedê Îpek A. ya 19 salî ku beyî malbata xwe zewicîbû ji xaniyê mala bavê xwe de, xwe avêt xwarê û întîxar kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li navçeya Kayapinar  a Amedê li taxa Metropolê li sîteya Şelale Evlerî bûyer pêk hatiye. Jina ciwan a 19 salî Îpek A. ji sîteya Şelale katê 10’an xwe avêt xwarê.

Ligel mudaxaleyaleyan Îpek A. nehat rizgarkirin. Sedema întîxara jina ciwan nehat hînbûn.

Piştî ku ekîbên midûriyeta şaxa tespîtkirina nasname û lêkolîna cihê bûyerê di bin kontrola dozgerê komarê de xebat li cihê bûyerê meşand, cenaze rakirina morga saziya tipa edlî.