Li Amedê ji bo Şahîn Oner meş

Li Amedê ji bo Şahîn Oner meş

Li Amedê bi sedan kes ji bo kiryarên xwendekarên lîseyê Şahîn Oner ê ku di encama wesayîta polîsan a zirxî lê qelîbî de jiyana xwe ji dest da bên dîtin meşiyan. Hevalên Oner bi gotinên, "Rastiyan bi nivîsîn. Hûn çima rastiyan nanivîsînin" bertek nîşanî çapemeniyê dan.

Li Amedê bi sedan kes ji bo bûyer xwendekarên lîseyê Şahîn Oner ê ku şevê din di çalakiya şermezarkirina salvegera roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a anîna Tirkiyeyê ya li semta Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di encama wesayîta polîsan a zirxî lê qelîbî de jiyana xwe ji dest da bê ronîkirin meşiyan. Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut, Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya, Dayîkên Aştiyê û hevalên dibistanê yên Oner li kuçeya li Kolana Şehîtlîkê ya ku bûyer lê pêk hat hatin cem hev hate li ser gora Oner a li Goristana Şehtlîkê meşiyan.

Berî meşê hevalên Oner ên dibistanê çûn cihê bûyerê û wêneyê Oner vekirin û sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di vê demê de komekê posterên Serokwezîr Erdogan û Fethullah Gulen şewitandin û komekî ciwanan jî bi gotinên "Rastiyan binivîsîn. Hûn çima rastiyan nanivîsîn" bertek nîşanî çapemeniyê dan. Piştî re girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Rêheval Şahîn nemir e", "Em aşiti naxwazin şer şer şer", "PKK Tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîtlîk îsyane ji gerîla silav e" hatin berzkirin. DI meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin û pankrata "Heke gelê serokatiya wî girtî be çekan bikar neyne heramzade ye." û "Artêşa TC faşîst ji Kurdistanê biqewire." hatin hilgirtin û vekirin.

Piştî meşê girseyê li ser gorê rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û nêzîkahiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê rexne kir û wiha got: "Serokwezîr li aliyekî dibêje 'hasas bin' li aliyê din ciwanên kurd tên qetilkirin. Ev hasasiyetî çawa ye. Li Amedê her sal 3-4 ciwanên em tê qetilkirin. Em vê şîdetê şermezar dikin." Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya jî wiha got: "30 salin ev şer berdewam dike. Incax vî şerî Birêz Ocalan bide rawestandin. Daxwaza me ew e ku Ocalan muhatab bê girtin." Di dema axaftinan de ciwanan Qereqola Polîsan a Şehîtlikê ya li ber goristanê rastî keviran hat. Di dema meşê de polîsan li semta Şehîtlikê bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan tedbîrên berfireh girtin.