Li Amedê ji bo 7 kesan biryara girtinê hate dayîn

Li Amedê di 9’ê Cotmehê de di operasyonên qirkirina siyasî de ji nav yên ku hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn berdan, biryara girtinê hate dayîn.

Di 9'ê Cotmehê de li Amedê rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de der barê 151 kesî de biryara destgîrkirinê hatibû dayîn. Ji nav 141 kesên ku hatibûn destgîrkirin 25 kes jê hatin girtin, hin kes jê jî bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê 47 kesên ku piştî destgîrkirinê hatibûn berdan, li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 3'an a Amedê îtiraz kir û xwest ev kes bên girtin. Piştî daxwaza dozgeriyê hat redkirin, dozgeriyê vê carê serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Amedê da.

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Amedê, daxwaza dozgeriyê nirxand û ji 47 kesan der barê 7 kesan de biryara girtinê da.

Ji kesên dadgehê biryara girtina wan da Derya Aslan hat girtin û der barê Ahmet Aslan, Eylem Ceylan, Dilbaz Emekçî, Leyla Ayaz, Abbas Çelîk û Emrûllah Kaplan de jî biryara girtinê hat dayîn.