Li Amedê di saetên sibehê de du kes hatin destgîrkirin
Li navçeyên Peyas û Licê yên Amedê polîsên Tirk bi ser malan de girt û du kes destgîr kirin.
Li navçeyên Peyas û Licê yên Amedê polîsên Tirk bi ser malan de girt û du kes destgîr kirin.
Polîsan li navçeya navendî ya Peyas û navçeya Licê ya Amedê bi ser malan de girtin û 2 kes destgîr kirin. Polîsan di serdegirtina maleke li dora 500 Evler a navçeya Peyasê ciwanê bi navê Muhammed Altinkaya (23) li navçeya Licê jî dema di înşaetê de dixebitî Hêja Kaya di saetên serê sibê de destgîr kirin.
Altinkaya yê sedema destgîrkirina wî nehate zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Nehate zanîn ku Hêja Kaya birine ku derê.