Li Amed û Wanê encamên pêşî yên sendoqan

Li navçeya Amedê Farqînê ji sendoqekê ji bo HDP’ê 76, ji bo AKP’ê 1 deng derket. Li navçeya Tûşba ya Wanê jî, li gundê namzetê AKP’ê Îrfan Kartal ji bo AKP’ê 50, ji bo HDP’ê 100 deng derket.

Li Farqînê li Sendoqekê ji bo HDP’ê 76 û ji bo AKP’ê 1 deng derket. Li navçeya Kayapinarê jî ji bo namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş 74 deng,j ji bo Erdogan 1 deng derket.

Li Amedê li du sendoqan jimartina dengan qediya. Li Farqînê, taxa Yolçatiyê di sendoqekê de 80 deng hebûn. Ji van 76 çûne ji HDP’ê re û 1 jî ji AKP’ê re çû.

Li navçeya navendê Kayapinarê jî sendoqek hate vekirin. Di vê sendoqê de jî bi tevahî 81 deng hebûn. Ji 81 dengî 74 çûne ji Demîrtaş re , 1 deng çû ji namzetê AKP’ê yê Serokkomariyê Erdogan re û yek jî çû ji namzeta Serokkomariyê ÎP’ê Meral Akşener re.

LU GUNDÊ NAMZETÊ AKP’Ê DENG ÇÛNE JI HDP’Ê RE

Li gundê Arevang a navçeya Tûşba ya Wanê, ku gundê namzetê AKP’ê yê Wanê Îrfan Kartal e 100 deng ji HDP’ê re derket û 50 deng ji AKP’ê re. Demîrtaş jî 98 deng stand û 2 deng şewitîn.

Li gundê Armeşatê jî ku xizmên Kartal lê zêe ne HDP’ê 147 deng standin, AKP’ê jî 161 deng stand. Li heman gundî Erdogan 62 û Demîrtaş 145 deng stan.