Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqubeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqubeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Îzmîrê ÎHD'ê û xizmên windayan aqubeta windayan pirsin. Kurê Kadîr Keremoglu yê ku di 14'ê nîsana 1995'an hate windakirin çîroka bavê xwe vegot û wiha got: "Çavkaniyê MÎT'ê Abdulhekîm Ozdemîr ji bo cenazeyê bavê min teslîm bike 200 hezar 30 hezar pêşîn Mark xwest. Malbata min 30 hezar da lê cenazeyê bavê min teslîmî malbatê nehate kirin."

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 209'an li dar xist. Şaxa Egîtîm Sen'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyên din tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Nîhat Kiratli di çalakiyê de axivî û diyar kir ku, ji salên 90'an heta niha li herêmê şopên şerê qirêj diyar dikin û di vî şerî de gelek kes hatin qetilkirin û wiha got: "Divê dewlet û hikûmet bi bûyerên kiryar nediyar û komkujiyan re rû bi rû bê. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ev pirsgirêk xilas nabe. Em hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk tên em erenî dibînin."

Pişt re kurê Kadîr Keremoglu yê ku di 14'ê nîsana 1995'an hate windakirin çîroka bavê xwe vegot û wiha got: "Kadîr Keremoglu ji navçeya Geverê yê Colemêrgê bû lê li Wanê dijî û mezinê malbatekî dewlemend bû û xwediyê şîrketa seyahatê ya Van Turê bû. Di dema Serokwezîr Tansu Çîller got di destê wan de lîsteya karsazên Kurd heye, Alaattîn Kanat û kesên din ên navê wan gelek cînayetên kiryar nediyar de derbaz dibin ji malbatê re dibêje 'navê malbata we jî di lîsteyê de heye' û ji malbatan re dest bi pere girtinê kirin. Ji van malbatan yek jî malbata me ye. Alaattîn Kanat ji malbat min 100 hezar dolar xwest. Malbata li ser gefan pere kom kir û bire Sîlîvriyê navnîşaneya wan diyar kir û malbatê agahî da polîsan. Rayedarên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dema ku Alaattîn Kanat, Mehmet Yazicioglu û Nizamettîn Kutlu xerç digir li ser sûç girtin. Endamên organîzasyona xerçê yên din gefên 'We hevalên me teşhîr kirin û hunê hesab vê yekê bidin û hun xilas bûn' xwarin. Abdulhekîm Ozdemîr ê ku tê gotin çavkaniya MÎT'ê ye jî ji malbata min re got heke 30 hezar mark pêşîn 200 hezar Mark bidin dê cenazeyê Kadîr Kerîmoglu teslîmî malbatê bikin. Malbata min 30 hezar mark da lê cenazeyê bavê min nehate dayîn. Hêj em negihiştine cenazeyê bavê xwe."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.

ÊLIH

Çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan ku her heftê li ser Cadeya Gulîstanê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin û pankarta "Bila kesên winda bên dîtîn û berpisyar jî bên darizandin" hat vekirin. Endamên ÎHD, BDP', Meclîsa Giştî ya Bajar KURDÎ-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesan jî piştgirî da çalakiyê. Rêvebirê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî diyar kir ku di 209'emîn hefteya xwe de ew cardin ji bo aqûbeta windayan bipirsin li vir civiyane û da zanîn ku heta aqubeta windayan bê zelalkirin jî wê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî axafinê, di çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina Ferzende Taşar ê di sala 1993'an de hatiye windakirin hate vegotin û hat xwestin ku aqûbeta Avşar bê zelalkirin.

Piştî axaftina girseyê çalakiya rûniştinê a 5 deqeyan lidarxist û belav bû.

ÎZMÎR

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî wekî her heftî vê hefteyê jî ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û aqûbeta wan bê zelalkirin li ber Suberbanka kevin hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapeminiyê. Di çalakiya ku bi tevlîbûna gelek kesan hat lidarxistin de pankarta "Kesên hatine windakirin diyarin, kiryar li ku ne" hat vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hat hilgirtin. Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Alagoz li ser navê komê daxuyanî xwend.

Alagoz diyar kir ku, wan xwestiye dosyayên Neslîhan Uslu, Metîn Andiç û Hasan Aydogan ên li herêma Egeyê hatine windakirin bi Doza Ergenekonê re bikin yek û wiha axivî: "Berpisyarê van hersê kesên di bin çav de hatine windakirin, Midûrê Polîsan yê demê Ahmet Demîr, Serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz, Wezîrê Karê Navxweyî Kutlu Aktaş, Wezîrê Dadê Hasan Denîzkurdu, Wezîrê Dewletê yê Berpirsyarê Mafê Mirovan Hîkmet Samî Turk in."