Li Almanyayê piştgiriya Koalîsyona Mezin kêm dibe

Li Almanyayê piştgiriya Koalîsyona Mezin kêm dibe

Li rexmî ku ev du mehe li Almanyayê hilbijartinên giştî pêkhatine jî lê heya niha hikumet nehatiye avakirin, ji ber vê sedemê xwesteka gelê Alman ya careke din hilbijartin bê kirin zêde dibe. Her wiha piştgiriya ‘Koalîsyona Mezin’ ya tê pilankirin di navbera partiyên yeketiya Xiristiyana (CDU/CSU) û sosyal demokratan (SPD) de bêavakirin jî kêm dibe.

Hevdîtinên koalîsyonê ên di navbera CDU’ya di pêşengiya Serokwezîr Angela Merkel, partiya bira CSU û SPD de berbi dawî ve tên. Li rexmî ku du meh li ser hilbijartinên giştî re derbazbûn jî hêjan partiyan li ser koalîsyonê li hev nekirine. Eger ‘Koalîsyona Mezin’ bê avakirin, tê texmînkirin ku projeyên di nava 4 salan de werin îcra kirin dê bigehin 50 milyar Euro. Bitaybet CDU/CSU ji bo fînansmana van projeyan li dijî zêdekirina bac derdikevin.

Di encama hevdîtinên duh de biryar girtine ku, Serokwezîr Angela Merkel, Serokê CSU Horst Seehofer û Serokê Giştî yê SPD Sîgmar Gabriel dê bên gel hev û çav lê ye ji bo avakirina hikumeta koalîsyonê gotina dawî bêjin.

PIŞTGIRIYA KOALÎSYONA MEZIN KÊM DIBE

‘Koalîsyona Mezin’ ya di navbera CDU/CSU ku di hilbijartinên 22’ê Îlonê de qasî mûyekê desthilatdarî windakir û partiya duwem SPD de bêavakirin, her ku diçe kêm dibe. Li gorî anketa Deutschlandtrend ya televîzyona ARD, piştgiriya hikumeta CDU/CSU û SPD ku weke koalîsyona reş-sor jî tê binavkirin di sedê 55’an de ma. Ev rêje di serê meha Cotmehê de sedê 66 bû.

Piştgiriya koalîsyona reş-kesk ya di navbera partiyên yeketiya Xiristiyanan û Keskan (Die Grünen) de jî sedê 32’ye. Li gorî anketê piştgiriya gelê Alman ya ji bo CDU/CSU ku hikumeta kêmenetewan avabike sedê 25 bû.

HÊJMARA ÊN DIXWAZIN HILBIKARTIN JI NÛ VE ÇÊBIBE ZÊDE DIBIN

Li gorî anketa Deutschlandtrend rêjeya kesên hilbijartinên federal ji nû ve bêne kirin li gorî berê zêde dibin. Ji sedê 43’ê kesên beşdarî anketê bûn, tînin ziman ku ger ji nû ve hilbijartin pêkwere dê ji bo rewşa niha bibe alternative. Kesên ku tînin ziman ku, hilbijartin bila di navbera CDU/CSU û SPD’yê de careke din pêkwere jî sedê 40’e.

HILBIJARTINEK NÛ ÇÊBIBE JÎ ENCAM NAYÊN GUHERTIN

Li gorî anketa Deutschlandtrend ku pirsa ‘eger vê Yekşemê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?’ ji beşdarvana dike, bersivên ku hatine dayîn jî dê bandorekî mezin li encamên hilbijartinên 22’ê Îlonê nekin. Sedê 42’ê beşdarî anketê bûyîn dê dengê xwe bidin CDU/CSU, sedê 25 SPD, sedê 10 Keskan, sedê 9 jî Partiya Çep (Die Linke). Partiya Demokrat ya Hur (FDP) ku beşdarî hilbijartinên 22’ê Îlonê ku benda wê sedê 5 bû, sedê 3 deng girt. Partiya ji bo Almanyayê Alternatîf (AFD) ku weke li dijî Euro tê zanîn jî sedê 4 deng standin.

Di hilbjartinên giştî ên federal ku meha Îlonê pêkhat de CDU/CSU sedê 41,5, SPD sedê 25,7 Die Linke sedê 8,6, Keksan sedê 8,4 û ketin Meclisa Federal (Bundestag) de. FDP û AfD jî sedê 4,8 û sedê 4,7 deng girtin û ji dervey meclisê man.

Di hilbijartina ku bigiştî 631 parlementer hatin hilbijartin de, CDU/CSU 311 parlementer qezenc kirin û ji bo bitena serê xwe bibe îxtîdar pêwîst bû 316 parlementer qezenc kiriban.