Li Almanya û Belçîkayê çalakiyê piştgiriya Taksîmê
Li Almanya û Belçîkayê çalakiyê piştgiriya Taksîmê
Li Almanya û Belçîkayê çalakiyê piştgiriya Taksîmê
Li Almanya û Belçîkayê bi tevlîbûna hezaran kesî, piştgirî dan berxwedana Parka Gezî ya li Taksîmê û hikumeta AKP’ê protesto kirin.
Nêzî deh hezar kesên li Schlob Platz ya bajarê Stuttgarta Almanyayê kombûn sloganên ‘li dijî faşîzmê mil bi mil’ avêtin. Meşa ku şoreşger-demokratên Kurd, Tirk û Elewî di bin pankart ‘Yeketiya Hêza Demokratîk’ meşiyan, kesimên netewperestên rast yên Tirk jî tevlîbûn.
Bidirêjiya meşê sloganên bi kurdî, tirkî û almanî yên “Dewleta qatil dê hesabê bide”, “bêdeng nebe, ger bêdeng bimînî dê dûr bê te jî”, “bijî hevgirtina gelan”, “her der Taksîme, her der berxwedane” û “Tayîp îstîfa” qîriyan.
Di danezana hevpar ya di meşê de hate xwendin de jî hate gotin ku, “Recep Tayîp Erdoganê ku ji Esad re dibêje dîktator, dîktatoriya xwe nabîne, dibe şahidê bombeyên gazê û bitonan ava jehrî ya polîsan avête gel. Temaşeyî mirovên ku di bin panzeran de dimînin û dimirin dike.”
Li paytextê Belçîka Brukselê jî bi sloganên “Bijî berxwedana me ya Taksîmê” piştgirî dan çalakiyên li Parka Gezî ya Taksîmê.
Çalakiya ku li Place Luxembourg ku avahiyê Parlementoya Ewropayê lê ne pêkhat, di nava bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûyîn Kolektîfa Koçberên Belçîka ya girêdayî AvEG-Konê jî hebû. Balkêş bû ku, di nava çalakvanan de derdorên netewperest jî hebûn.
Di çalakiyê de daxuyaniya AvEG-Kon hate xwendin û hate gotin ku, “Em terora dewletê ya li Stenbolê şermezar dikin, em berxwedana li hember faşîzimê silav dikin.” Di çalakiyê de bênavber sloganên “Bijî biratiya gelan” û “Her der Taksîme, her der berxwedane” qîriyan.