Li Almanya komploya 9’ê Cotmehê dê bê protesto kirin

Li Almanya komploya 9’ê Cotmehê dê bê protesto kirin

Biboneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li gelek bajarên Almanyayê meş û mitîng pêk werin. YEK-KOM’ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku, tevlî meş û mitîngên di serî de li Berlîn, Dusseldorf, Hannover, Hannover, Hamburg, Stuttgart, Mannheim û gelek bajarên din bibin.

15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmeha 1998’an bû sedem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve, dê li Almanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bête protesto kirin. Di meş û mitîngên ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ya li Almanyayê ve tên organîzekirin, dê daxwaza azadiya Ocalan were kirin.

YEK-KOM’ê banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan ên li Almanyayê jiyan dikin kir. Ji sibê ve dê li gelek bajaran xwepêşandan çêbibin û piştî wê jî 12’ê Cotmehê roja Şemiyê Kurdistanî û dostên wan ên li Eyaleta Bakûrê Ren Vestfalya jiyan dikin, dê li Dusseldorfê bên gel hev.

Programa YEK-KOM’ê a 9’ê Cotmehê wiha ye:

BERLÎN: Mîtîng 9’ê Cotmehê roja Çarşemê di demjimêr 15:00’an de, dê li gel çalakiya “Em edaletê dixwazin” ku jinên Kurd her Çarşem pêktînin pêkbê. Mitînga ku dê li qada Brandenburger Tor bê li darxistin, Kurdên li Hallen, Magdeburg û Dresdenê jiyan dikin piştgiriyê bidinê.

HANNOVER: Mitînd dê 9’ê Cotmehê roja Çarşemê di demjimêr 12:30’an li qada Egidientor Platz li gel çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêktê.

BREMEN: Mitîng dê 9’ê Cotmehê roja Çarşemê di demjimêr 15:30’an de li ber meclisa eyaletê li gel çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêktê.

HAMBURG: Mitîng dê 9’ê Cotmehê roja Çarşemê di demjimêr 17:00’an de li ber Mercado ya li Altona yê li gel çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkbê.

MANNEHEÎM: Mitîng û meş dê roja 9’ê Cotmehê roja Çarşemê pêkbê. Meş dê di demjimêr 17:00’an de li qada Wasserturm destpê bike.

DARMSTADT: Dê 9’ê Cotmehê roja Çarşemê li qada Luisenplatz mitîng bê li darxistin.

GÎESSEN: 12’ê Cotmehê roja Şemiyê meş û mitîng tên li darxistin. Meş di demjimêr 15:30’an de li qada Kirchenplatz destpê dike.

STUTTGART: 12’ê Cotmehê meş û mitîng tê li darxistin. Meş di demjimêr 15:00’an de li ber Hauptbahnhofê destpê dike.

NRW-DUSSELDORF: 12’ê Cotmehê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Kurdistanî û dostên wan ên li Bakûrê Ren Vestfalya (NRW) jiyan dikin dê tevlî meşa ku di demjimêr 14:00’an li ber Hauptbahnof ya li Dusseldorfê destpê bike bibin.

GOTTÎNGEN: 12’ê Cotmehê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Meş di demjimêr 14:00’an de li qada Jacobikirchhof destpê dike. Dê Kurdistanî û dostên wan ên li Kasselê jiyan dikin jî beşdar bibin.