Li Agiriyê destgîrkirin, li Wanê êrîşa polîsan

Piştî mîtînga HDP’ê ya li Bazîdê 17 kes hatin destgîrkirin. Piştî mîtînga Erdogan a li Wanê polîsan êrîşî girseya gel ya li pêşiya buroya HDP’ê kombûyin kir.

Piştî mitînga navçeya Bazida Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 16 kes hatin destgîrkirin û kesek jî dema ber buroya hilbijartinê ya AKP’ê re derbas dibû, hat destgîrkirin.

Farûk Sefkan ê ku di heman mîtîngê de pêşkêşvanî dikir ji ber gotina ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hate destgîrkirin.

LI WANÊ ÊRÎŞ

Piştî mîtÎnga Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Wanê bi sedan kes li pêşiya buroya hilbijartinê ya HDP’ê kombûn û dirûşme berz kirin. Polîsan êrîşî gel kir, lê welatî ji ber avahiya buroyê neçûn.

Bal kêş bû ku polîsekê firçeya li ber dikandarekê girt dest xwe û avêt welatiyan. Piştre gelek polîs bi mertalên xwe li pêşiya avahiyê kombûn û endamên partiyê ketin navberê girseya gel belav bû.