Li Adigey û Sydney damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Adigey û Sydney damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Adigey û Sydney damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Kurdên li Komara Xweser ya Adigey dijîn, 35’emîn salvegera PKK’ê pîroz kirin.
Pîrozbahiya li Salona Gel a gundê Sadove pêk hat, bi kurd tevli bûn. Ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê organîzasyona Kurd a Agirî ya Komar Xweser a Adigey Feyzo Huseyînî axivî.
Huseyînî da zanîn ku bi damezrandina PKK’ê re xwe ji nûve afirandine û wiha pê de çû: “Îro jî li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi qezencên vê têkoşînê kurd mafên xwe qezenc dikin.
Piştî axaftinan hunermendê ji Ewropayê hatibû Serhat, koma reksê û hunermendên herêmî derketin ser dîkê û stran striyan.
LI AVUSTURYAYÊ BI TEVLIBÛNA SEDAN KESÎ PÎROZBAHÎ
Li bajarê Sydney a Avusturyayê, bi sedan kurdî 35’emîn salvgera PKK’ê pîroz kir.
Pîrozbahiya bi rêzgirtinê dest pê kir, peyama KCK’ê hate xwendin. Piştre xwepêşendanan slaytê hat nîşandan. Roj, Aslan, Baran, Emîrxan û Xanemîr derketin ser dikî û gel govend gerand.