Li Şirnexê xwîn ji roviyên girtiyên greva birçîbûnê diçe

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxê Şirnexê ya ÎHD'ê têkilî Girtîgeha Şirnexê rapora xwe weşand. ÎHD'ê got xwîn ji roviyên girtiyên greva birçîbûnê diçe, her wiha birîn li ser laşê wan çêbûne û ber çavê wan reş dibe.

Parêzerên endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Şirnexê ya ÎHD'ê têkilî rewşa girtiyên li Girtîgeha Şirnexê raporeke hazir kirin. Rapor xwe dispêrê agahiyên girtiyan. Rapor li ser rewşa tendiristiyê û êrîşa li ser 20 girtiyan e, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Di raporê de her wiha cih dane vegotinên 9 girtiyan jî.

Di raporê de li ser daxuyaniyên girtiyan tespîtên ku hatine kirin wiha ne:

*Hatiye dîtin ku girtiyên ku ketine greva birçîbûnê pir li xwe kêm kirine, bi zehmetî radizin, sergêjînek bi wan re çêdibe, rajena wan kêm dibe, dilê wan dixele, xwîn ji roviyên wan diçe û ber çavê wan reş dibe.

*Ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kirî ve, diviya her roj ji hêla doktoran ve kontrola girtiyan bihata kirin lê kontrola kîlo, şekir û rajenê ji hêla xizmetkarê tendiristiyê û qerdiyanan ve tê kirin.

*Girtiyên jin ji hêla personelên girtîgehê ve tim bi qemerayan têne tomarkirin.

*Ser girtiyan pir seh dikin, gavên li dijî rûmeta mirovahiyê têne kirin.

*Dema ku dikevin nav girtîgehê ser girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin û wiha ser wan seh bikin.

*Hin qerdiyan prokvasyonan dikin, dixwazin bûyeran derxînin û li ser girtiyên siyasî zextê bikin.

*Daxwaza guhartina koxuşê nayê qebûlkirin,  nayê qebûlkirin ku girtiyên siyasî bibin hin girtîgehên dn û dema şandina nexweşxaneyan pirsgirêk tên jiyîn.

*Xebatên bi çarçoweya xebatên sosyal têne astengkirin.

NAVÊ GIRTIYAN

Girtiyên ku ji 16'ê Çile ve di greva birçibûnê de ne wiha ne: Hakan Kutluk, Agît Bîrlîk û Osman Beytûr.

Ên ku ji 31'ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne: Onder Poyraz, Salîh Kutluk û Hakan Petekkaya.

Ên ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne: A. Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli ,Mesûd Olmez, Abubekîr Neng, Mûsa Kulter, Halîl Kabak, Bahattîn Alkiş, Yilmaz Ugur, Mahsûn Guçlu, Serhat Sevîşoglu û Mehmet Alî Bayar.

Ên ku ji 15'ê Adarê ve ketine greva birçîbûnê: Fatma Çetînkaya, Zeynep Mete û Rojda  Topçû.