Li Şirnexê 14 kes li Amedê de jî kesek hatin destgîrkirin

Li Şirnexê kurê Mahmût Dûymak ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin jî tê de 14 kes û li Amedê jî ciwanek hatin destgîrkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê didome.

ŞIRNEX

Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan di saetên serê sibê de, bi awayekê hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, 14 kes hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku Endama Meclîsa Şaredariya Şirnexê ya HDP’ê Gûrbet Guleş û kurê Mahmût Dûymak ê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di jêrzemînê de hat kuştin Firat Duymak jî hatine destgîrkirin.

Dayika wî Lutfiye Dûymak, berî çend mehên, heya demekê di girtîgehê de mabû û dûre di encama îtîrazê de hatibû berdan.

AMED

Polîsan duh li Baglara Amedê girtin ser mala malbata Altindaş. Deriyê malê hate şikandin û alavên li malê hatin belavkirin. Hate hînbûn ku di wê demê de kes ne li malê bûye. Hate diyarkirin ku beriya serdegirtinê Rêber Altindaşê 22 salî hatiye destgîrkirin û ji ber lêpirsînê polîsan girtine ser malê.