Li Şirnex û Mêrdînê şahî û serdana gundan

Di şahî û serdana gundan a HPD’ê ya li Şirnex û Mêrdînê de bi hezaran kes amade bû.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi tevlîbûna hezaran kesî şahiyek lidar xistin. Di şahiya li Qada Miradê Kine hate lidarxistin de, li gel tevlîbûna namzetên HDP’ê gelek kes amade bûn.

Namzeta HDP’ê Ebrû Gunay a li vir bang li gel kir û got: “Ev gel ti car li hemberî faşîzma AKP’ê çong nadane.”

Piştî axaftinên hatin kirin welatiyan li ber stranên Koma Avesta govend gerandin.

SLOPYA

 HDP’ê li bajarokê Gorumlu û Çalişkan û gundên Çîçeklî, Ozgen, Aktepa, Çardakli û Taxa Cûmhûrtey a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna gelek wesayîtan bi konvoya tur avêtin. Konvoya HDP’yiyan a namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de, her cihê ku têre derbas dibû gel eleqeyek mezin nîşan dida.

Li gelek gundên ku gel eleqeyek pir mezin nîşan da, konvoya HDP’yiyan rawesta û bi gel re demeke dirêj govend gerandin.

Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê Nûran Îmîr jî di nav de gelek HDP’yî li Gundikê Melê, gundên Arakoy, Geçîtboyû, Nerex û Heştan ên girêdayî navenda Şirnexê serdana gel kirin.

Di dema serdana HDP’ê de AKP’yiyên ku bi wesayîta hilbijartinê hate bajarok rastî nerazîbûnên gel hatin. Li ser nerazîbûnên gel wesayîta AKP’ê bi lez û bez bajarok terikan. Bêpîlaqebûna wesayîta AKP’yiyan bal kişand.

Piştre jî HDP’yî li gundên Arakoy, Geçîtboyû, Dagkonak û Yogûrtçûlar bi gel re civiyan.

Piştî serdanê HDP’yî bi konvoeyke mezin berê xwe dan navenda bajar.