Li Şengalê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê li bajaroka Sinûnê ya Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker şermezar kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê li bajaroka Sinûnê ya Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker şermezar kirin.
Nûnerên sazî û rêxistinan tevlî çalakiya li Şengalê bûn û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bidin sekinandin.
Hevseroka Lijneya Rêveber a Şengalê Zehra Silêman axivî û got, “Li Efrînê qetlîam tê kirin lê rêxistinên mafên mirovan li ku ne?”
Zehra Silêman di axaftina xwe de diyar kir ku ‘Jinên Êzidî bi gelê Efrînê re ye’
Di axaftinan sazî û dezgehan de jî hate diyarkirin ku divê her kes ji bo Efrînê têkeve nav hewldanan.