Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Şemzînanê bi awayekî bi guman jinekê jiyana xwe ji dest da

Li Şemzînana Colemêrgê jina bi navê Şîlan Atis bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin li Taxa Baglar a Şemzînanê Şîlan Atis a 25 salî di şeva 10’ê Îlonê de bi awayekî bi guman li mala xwe jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo otopsiyê cenazeyê Şîlan Atis birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Derbarê mirina Şîlan Atis agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

HER MEH BI DEHAN JIN TÊN QETILKIRIN

Li gorî rapora meha Tebaxê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinman Bidin Sekinandin 21 jê bi guman, 29 jin hatine qetilkirin.

Li gorî Jinnewsê ku wê agahî ji çapemeniyê stendiye, di meha Tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin.