Li Şakranê 8 girtiyên din ketin greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê 8 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û komeke parêzer çûn Girtîgeha Şakran a li Alîagayê. Piştî hevdîtina bi girtî, midûrê girtîgeh û dozger re destûr nehate dayîn ku li pêşiya girtîgehê daxuyanî were dayîn. Destûr nehate dayîn ku karkerên çapemeniyê jî dîmen bigirin û li ser vê Serpîl Kemalbay li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da.

Kemalbay diyar kir ku bi dozger û midûrê girtîgehê re hevdîtin kirine û bi awayekî bêhiqûqî daxuyaniya çapemeniyê hate astengkirin. Kemalbay bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven di roja 103’an de ye û çalakî belavî 60 girtîgehan bûye. Kemalbay ji bo ku agahiyek nexweş neyê wergirtin banga ketina tevgerê li rayedarên hikûmet û Wezareta Karê Navxweyî kir.

8 GIRTIYAN DEST BI GREVÊ KIRINE

Li aliyê di hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re hate zanîn ku 8 girtiyên de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirine. Li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Şakranê girtî Ûlaş Ozaykan, Hekîm Demlî, Sînan Koyûncû, Ferat Ondeş û Behrûz Sûcayî, li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî Remziye Polat, Azîme Işik û Şehrîvan Çoban ji 15’ê Sibatê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirine.