Li Îzmîrê xizmên girtiyan ji bo Hasan Ocak hatin ba hev

Li Îzmîrê parêzvanên mafên mirovan û malbt ji bo Hasan Ocak hatin ba hev ê ku di 23’ê Adara 1995’an de ji aliyê dewletê hatibû binçavkirin û piştre hatû windakirin.

Li Îzmîrê ÎHD’ê û Xizmên Windayan di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li aqûbeta Hasan Ocak pirsîn ê ku di 23’ê adara 1995’an de li Avcilara Stenbolê di binçavan de hat windakirin.

Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan di hefteya 424’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê dewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertuğrul Kürkçü jî tev li çalakiyê bû.

Di çalakiyê de pankartên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Ji yek tîpê re na” hatin hildan. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da.

Canli bi bîr xist ku ew di pêvajoyek şer de derbas dibin û got ku ji komkujiya Beyazitê heta Helepçe û Efrînê gelek kuştin dîtine. Canli da zanîn ku ew çawa duh li dijî şer bûn îro jî li dijî şer aştiyê diparêzin û xwest şer bê bidawîkirin.

Canli got ku ew vê hefteyê li aqûbeta Hasan Ocak dipirsin ê ku di 23’ê Adara 1995’an de li navçeya Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û piştre hate windakirin. Hate diyarkirin ku ligel gelek hewldanan tiştek ji lêpirsîna Ocak derneket û binçavkirina Ocak hate redkirin. Canli got ku ew ê têkoşîna xwe ji bo edalet û lêpirsîna windayan dewam bikin.