Li Îzmîrê polîsan êrîşî çalakiya ji bo Bogazîçiyê kirin
Ji bo hevgirtina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li Îzmîrê wê daxuyanî bihata dayîn. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û gelek kes destgîr kir.
Ji bo hevgirtina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li Îzmîrê wê daxuyanî bihata dayîn. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û gelek kes destgîr kir.
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê û Hevgirtina Zanîngehan a Îzmîrê xwest li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyekê bide.
Çalakgeran zextên li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û destgîrkirin protesyto kirin. Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên naylon êrîş bir ser çalakgeran û gelek kes destgîr kir.