NÛ BÛ

Li Îzmîr û Stenbolê nobeta li dijî desteserkirinê didome

Li Îzmîr û Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê didome. Di nobetan de hate gotin ku êdî rewabûna desthilateke rêzê ji sindoqan û vîna hilbijêran re negire nemaye.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Nobeta Edaletê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) ve li dijî desteserkirinê li ber Sumerbankê hatiye destpêkirin vê hefteyê jî dewam kir.

Di çalakiya ku gelek nûnerên saziyan û welatî tevlîbûn de pêşmalkên ku li ser “Li dijî qeyûm em di nobeta edaletê de ne” dinivîsîn li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbe ye”, “Şaredarî yên me ne”, “Hûn nikarin desteser bikin”, “Li dijî qeyûm di nobetê de ne” hate vekirin û dowîzên “Vîna gel dê serbikeve”, “Em qeyûman qebûl nakin” hatin hilgirtin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Qeyûm darbe ye, ji darbeyê re na” û “Colemêrg li ber xwe bide, Îzmîr bi te re ye” berz kirin.

Rêvebera TÎP’ê ya Îzmîrê Sena Yazibagli ya di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve bi awayekî bêhiqûqî qeyûm hatiye tayînkirin û got: “Em li dijî vê bêhiqûqiyê û desteserkirina vîne ne. Bi sûcên li ser daxwazê vîna gel nikare were desteserkirin. Êdî rewabûna desthilateke rêzê ji sindoqan û vîna hilbijêran re negire nemaye. Şûna bijartiyan kesên tên tayînkirin nikarin bên tayînkirin. Feraseta qeyûm bi xwe di nava dewleteke hiqûqê ya demokratîk de pûç û vala ye

Endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr jî bi bîr xist ku provaya tayînkirina qeyûman li Wanê hate kirin û anî ziman ku di encama berxwedana li vir pêşî li desteserkirina vînê ya li Wanê hate girtin. Kizildemîr anî ziman ku heman berxwedan niha li her derê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Colemêrgê berdewam dike. Kizildemîr da zanîn ku feraseta qeyûm a li dijî vîna gel ji polîtîkayên mêtîngeriyê serbixwe nînin.

DAD’Ê AŞÛRE BELAV KIR

Piştî axaftinan Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê ji ber Meha Mûharremê di Nobeta Edaletê de aşûre belav kir. Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Îzmîrê Firat Dîkmen ê piştî belavkirina aşûreyê axivî û wiha got: “Kesên ku qeyûm tayînî vîna gelê Kurd û saziyên Elewiyan dikin ji feraseta yezîd in. Em li dijî vê ferasetê li cem canên xwe yên sekna Huseynî nîşan didinin. Em hêvî dikin ku ev lokmeyên me parvekirin bibin wesîleya hem yekîtî hem hevgirtina me.”

STENBOL

Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê daye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankartên “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” û “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.

Mamosteyê teqawîd Hûlûsî Zeybel ê di çalakiyê de ewilî axivî, bi lêv kir ku qeyûm tunehesibandina demokrasiyê ye. Pişt re Hevserokê DEM Partiyê Yûnûs Onal axivî. Onal got ku heta ku feraseta qeyûm biçe em ê berxwedana xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em di sala 2024’an de dibînin ku mafê kurdan ê bijartin û hilbijartinê nîne. Ev şermeke mezin e, faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ev faşîzm aniye welat dê biçe sergoyê dîrokê.”