Li Îzmîrê jî 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Îzmîrê polîsan êrîşî pîrozbahiya 1’ê Gulanê kir û gelek kes destgîr kir. Li bajêr ligel ku qedexe û astengkirin heye jî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê didome.

Polîsan li Îzmîrê mudaxaleyî welatiyan kir ên ku xwestin 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li Qada Konak û Kolana Şehîdên Qibrisê pîroz bikin. Di daxuyaniya ji aliyê Sendîkaya Ûmût ve li ser Kolana Şehîdên Qibrisê hat kirin de, polîsan pankarta çalakgeran perçe perçe kirin û 7 kes bi darê zorê destgîr kir.

Endamên Kaldiraçê jî derketin Qada Konakê û xwestin bi pankarta ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran amade kir, bimeşin. Polîsan pêşiya endamên Kaldiraçê girt û 3 kes destgîr kir. 

Polîsan destûr neda çalakiya ku ji aliyê Înîsiyatîfa 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ve li navçeya Bûcayê bê kirin û 8 kes destgîr kir. Kesên ku polîsan bi paş ve destê wan kelemçe kirin û bi dirûşmeya “Her der berxwedan, her der 1’ê Gulanê” bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan li navçeya Bûcayê 2 endamên înîsiyatîfê jî ku çalakî kirin destgîr kir.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD) di parvekirina xwe ya li ser hesabên medya civakî de diyar kir ku kesên di çalakiya 1’ê Gulanê de hatine destgîrkirin, îfadeyên wan li Miduriyeta Polîsan a Konakê tê stendin.

Înîsiyatîfa 1’ê Gulanê ya Îzmîrê li navçeya Menemen a Îzmîrê jî çalakî li dar xist. Endamên înîsiyatîfê ku bi pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan wiha gotin: “Zorê li me dikin ku di bin siya zextan de bikevin 1’ê Gulanê, 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin.” Gelek malan bi çepikan piştevaniya meşê kirin.