Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

3 kesên ku li Îzmîrê 7’ê Mijdar di encama operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Li Îzmîrê di 7’ê Mijdarê de di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Nûnerê Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Aslan Kizil, Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aydin Çetînkaya, Hevserokê Komeleyên Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta Ramazan Kaygisiz, Hevserokê Navçeya Menemenê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ekrem Karakoç, rêveberên berê yên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a ya Egeyê (EGE TUHAYDER) Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmaîl Aytekîn û welatiyê bi navê Firat Aksoy bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ hatin binçavkirin û di 8’ê Mijdarê de îfadeyên wan hatin girtin.

Hediye Tekîn, Ekrem Karakoç, Ramazan Efendîoglû, Ramazan Kaygisiz û Selman Altan piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan û Aslan Kizil, Firat Aksoy û Îsmaîl Aytekîn bi daxwaza girtinê  ji dadgehê re hatin sewqkirin.

Dadgehê biryara serbestberdana Aydin Çetînkaya da û 3 kesên din jî hatin girtin.