Li Îzmîrê 13 girtî rakirin nexweşxaneyê

Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1’ê ya Kiriklarê 13 girtî rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku çalakiyên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn, girtî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Li gorî agahiyên parêzeran, 13 girtiyên bi navê Samî Ozturk, Abdullah Oral, Erdal Polat ên ji 26’ê Kanûnê ve û Fettûllah Demîrtaş, Hebat Demîr, Selman Yakût, Îshak Dayan, Ferdî Karabey, Abdulkadir Akdogan, Sercan Gumuş,  Ramazan Kizildag, Têkoşer Talha Turgut û  Aydin Akyuz ên ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1’ê ya Kiriklarê di greva birçîbûnê de, rakirin nexweşxanê.