Li Îzmîr û Hatayê 16 kes hatin destgîrkirin

Li Îzmîr û Hatayê di operasyonên qirkirina siyasî de 16 kes hatin desgîrkirin.

Her ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê nêz dibe operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê li dijî mûxalîf û HDP’ê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de li Îzmîrê 12 kes û li Hatayê jî 4 kes hatin desgîrkirin.

ÎZMÎR

Li navçeyên Konak, Bayrakli, Urlu, Menemen, Dîkîlî û Torbali yên Îzmîrê, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Bi hinceta medya civakî di operasyona  pêk hat de 12 kes hatin destgîrkirin. Piştî kontrola tenduristiyê 12 kes birin Midûryeta Polîsan a Îzmîrê.

HATAY

Li navçeyên Dortyol û Erzîn ên Hatayê jî, polîsan bi ser malan de girtin, Haşîm Atici, Hayrettîn Tekîn, Adem Sirça û kesekê ku navê wî nehat zanîn, bi hinceta parvekirinên medya civakê destgîrkirin. 4 kesên hatin  destgîrkirinbirin Midûryeta Polîsan a Navçeya Dortyolê.