Li Îslahiyeyê her serê sibê digirin ser mezelê girtiyên siyasî

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê her roj zext û heqaret li girtiyên siyasî tên kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê zextên li ser wan tên kirin bi rêya malbatên xwe vegotin. Girtiyên bi navê Yunus Emre Ergîn û Abdulbarî Karaagaç diyar kirin ku her serê sibê digrin ser mezelê wan û amûrên wan tên belavkirin. Hate diyarkirin ku gardiyanên ku nû hatine, girtine ser mezelê girtiyan û hewl dane wan provoke bikin.

Girtiyan her wiha ragihandin ku gardiyanan dest danîne ser saetên dîwêr û balîfên ku ji bo razanê dihatin bikaranîn. Malbatan diyar kirin ku girtî her tim di bin zextên derûnî de ne û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin. Malbatan diyar kirin ku dê têkildarî binpêkirina mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin.