Li Îranê, li pîrozbahiyên Çarşema Sor 4 kes mirin

Hate gotin li Îranê, li pîrozbahiyên beriya Newrozê Çarşema Sor 4 kes mirin û bi hezaran kes birîndar bûn.

Alîkarê Serokê Saziya Rewşên Lezgîn Hesen Nûrî got, ‘’Sêşemê 2 kes mirin. Van rojên dawî jî 2 kes mirin.’’

Li gorî Nûrî di van pîrozbahiyan de, hinek jê bi giranî, 3 hezar û 450 kes birîndar bûn.

Çarşema Sor çarşema dawî ya beriya Newrozê tê pîrozkirin. Li gorî teqwîma Ariyan ev her wiha dibe Çarşema dawî ya salê. Li gorî teqwîma Arî sala nû 21’ê Adarê dest pê bike.

Di pîrozbahiyan de di ser heft agiran re, bi stranan xwe davêjin. Di stranan de bi amajeya xilasbûna ji nexweşiyên zivistanî tê gotin ji bo rengê zer tê gotin, ‘’ez rengê xwe yê zer didime te’ û wiha bi sembola ku bi tenduristiya baş e tê gotin, ‘’ez renge te yê sor distînim.’’

Rejîma Îranê îsal bi tirsa raperîneke nû lig elek deveran pîrozbahî asteng kir.