Li Îranê kesên ku ji ber vîrûsê mirine ji 2 hezarî bihurîn

Li Îranê kesên ku ji ber vîrûsa koronayê mirin ji 2 hezar kesî bihurîn, hijmara weqayan jî ji 27 hezar kesan derbas kir. Çûn û derketina ji bajaran hate qedexekirin.

Ji ber vîrûsa koronayê li Îranê kesên ku mirin bûne 2 hezar û 77. Serokê Yekîneya Têkiliyên Gel ê Wezareta Tendiristiyê ya Îranê Kîyanûş Cîhanpûr ragihand li Îranê hijmara weqayên vîrûsa koronayê bûne 27 hezar û 17 û 2 hezar û 77 kes pê mirine. Cîhanpûr her wiha ragihand di nav 24 saetên dawî de 143 kes pê mirine û 2206 weqayên nû hatine tespîtkirin.

Cîhanpûr diyar kir heta niha 9 hezar û 625 kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine rehet bûne.

Her wiha Berdevkê Hikûmeta Îrane Elî Rebî jî got çûn û derketina ji bajaran hatiye qedexekirin.