Li Îranê 22 hezar çalakvan hatin ‘efûkirin’

Li Îranê demek berê efû hatibû ragihandin. Hate diyarkirin çalakvanên ku tevlî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ bûne jî tê de, gelek kes hatine ‘efûkirin’.

Dewleta Îranê di meha Sibatê de efûyek ragihandibû. Serokê Erka Daraza Îranê Mûhsîn Ejeî derbarê girtiyên ku ketine ber ‘efûya’ di 5’ê Sibatê de agahî da.

Li gorî ajansa nûçeyan a ISNA’yê Ejeî gotiye “Heta niha 82 hezar kes ketine ber efûyê. 22 hezar kesên tevlî serhildanê (çalakiyên ji bo Jîna Emînî) bûne jî hatine efûkirin.”

Ejeî diyar kir 60 hezar kes hatine berdan û bi efûya dawîn re cezayê 34 hezar kesan jî hatiye kêmkirin.

Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin, serhildanê dest pê kiribû. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê 64 jê zarok, 39 jin herî kêm 488 kes hatine qetilkirin,bi deh hezaran kes jî hatibûn girtin. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn girantir e.