Li Îngiltereyê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li bajarê Nottîngham a Îngîltereyê li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ji bo azadiya Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Li bajarê Nottîngham a Îngîltereyê li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ji bo azadiya Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Nottînghamê civiyan heta Marketa Sqûare meşiyan. Di meşê de bê navber belavok hatin xwendin û belavkirin, di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên bi ser Efrînê re hat protestokirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e”, 'Bijî Berxwedana Rojava', 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statû' hatin berzkirin.