Li Îdlîbê daxwaza Tirkiyeyê ya agirbestê û şantaja Til Rifatê

Operasyona Rûsya û rejîmê ya li ser Îdlîbê didome, tê diyarkirin Tirkiye ji bo du bendên çavdêriyê vala bike, agirbestê dixwaze. Rûsya û rejîm, berê hêzên xwe dide Lazkiyeyê. Tirkiye jî ji bo dagirkirina Til Rifatê şantajê li Rûsyayê dike.

Operasyona Sûriyeyê didome ya ku Rûsya jî piştgiriyê didiyê û ji bakurê Hamayê ber bi Îdlîbê be dabû destpêkirin. Rûsyayê diyar kir ku artêşa Sûriyeyê di 18’ê Gulanê saet di 00.00’an de agirbest daye îlankirin. Lê tevgera li eniyên Sûriye, Rûsya, Îran û komên çeteyan didome.

TIRKIYEYÊ AGIRBEST XWEST

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li pişt daxuyaniya ‘agirbestê’ Tirkiye heye. Li gorî nûçeyên medyaya nêzî rejîma Sûriyeyê, Rûsya û hêzên rejîmê yên ku ji bakurê Hamayê bi pêş ve diçin, piştî ku 17 cih bi dest xistin, Tirkiye ji bo ku bendên çavdêriyê yên van herêman vala bike, banga agirbestê li Rûsyayê kiriye.

Tê diyarkirin ku Tirkiye wê bendên Meydan Xezal Zaviye (benda çavdêriyê ya nimreya 10’an) û Morek (benda çavdêriyê ya nimreya 9’an) vala bike.

Çend roj berê El Nûsra (Heyet Tehrîl El Şam/HTŞ) ji van cihên ewle fuze avêtibû rejîmê û hêzên Rûsyayê û rejîmê jî li bendên çavdêriyê dabû.

Di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de yên ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tê kirin, her sê welatan li derdora Îdlîbê bendên çavdêriyê ava kiribûn. 12 bendên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li derdora Îdlîb, Hama û Lazkiyeyê heye.

PIŞTÎ AGIRBESTÊ DERBE XWARIN

Piştî şerê agirbesta bi daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin, ji ber binpêkirina agirbestê aliyên şer hevdu sûcdar dikin.

Rejîm û Rûsyayê di du hefteyên dawîn de 17 cih ji El Nûsra stendin û bi agirbestê re derbên giran xwarin.

TAKVIYEYA JI EFRÎNÊ BER BI ÎDLÎBÊ

Piştî ku Rûsya û rejîmê li dijî herêmê operasyon dan destpêkirin, hin komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ji Efrîn, Bab û Cerablûê ji bo piştgiriya El Nûsrayê çûn herêmê. Gelek bendên rejîmê bûn hedefa van koman.

Komên bi navê Ehrar El Şam, Cephe El Şerqiye û Şûheda El Şerqiye yên ku çûne herêmê, berê jî li Efrîn, Bab û Cerablûsê bûn.

VEXWENDINA COLANÎ!

Ebû Mûhammed El Colanî yê ku li ser El Nûsrayê ye çend roj berê bêyî ku nav bide, rexne li Tirkiyeyê girtibû û bang li komên din kiribû ku ‘Bila werin Îdlîbê şer bikin an jî bila li dijî rejîmê eniyên şer ên nû vekin.’

Colanî diyar kiribû ku hevdîtinên Astana û Soçiyê xapandineke polîtîk e û gotibû ku “Ev êrîş diyar dike ku hemû peymanên berê hatine îmzekirin, êdî têk çûne.”

Çavkaniyên ji herêmê diyar dikin ku piştî biryara ‘agirbestê’ rejîm û Rûsya beşeke zêde ya hêzên xwe dişîne ji Lazkiyeyê re. Tê diyarkirin ku Hêzên Piling ên di bin fermandariya Suheyl Hasan û hêzên Rûsyayê berê xwe dane Cisr El Şûxûr a li Lazkiyeyê. Tê diyarkirin ku wê hêzên nêzî Îranê werin ev cihên ku hatine valakirin. Hate ragihandin ku hin yekîneyên nêzî Îranê yên li Dêrazor û Şamê wê biçin aliyê Hamayê.

Ji ber ku xeta Lazkiyeyê çiyayî ye û herêm di bin kontrola çeteyên Partiya Îslamî ya Turkistanê de ne yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, di rojên dawîn de ji van cihan êrîşên bi bandor li dijî Rûsya û hêzên rejîmê hatibû kirin. Çeteyên li herêmê ji xeynî Îdlîbê ji ser Hatayê jî alîkariya lojîstîk û çekan distînin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN ÎSRAÎLÊ

Rûsya ji bo nerazîbûnên li dijî operasyonê kêm bike, Îran a ku di hedefa pêkanînên DYE'yê de ye tevlî operasyonê nekiribû. Lê belê Îranê jî hêzên xwe li Heleb û derdora wê xurt kiribû.

Di vê navberê de êrîşên bi fuzeyan ên Îsraîlê yên li bejahiya Şamê ku pêr bi şev pêk hatin, weke hewldanek ji bo çavtirsandina ji ber liv û tevgera Îranê ya li herêmê tê dîtin.

ŞANTAJA TIRKIYEYÊ YA JI BO TIL RIFATÊ

Li gel faktora nerazîbûna ji ber tevlîbûna Îranê, tê gotin ku faktora astengkirina tevlîbûna Tirkiyeyê jî yek ji wan sedeman e ku Rûsya operasyonê bi baldarî bimeşîne.

Li gorî agahiyan, Tirkiye dixwaze di berdêla 'qutkirina piştgiriya ji bo çeteyan' û 'pêşîvekirina li operasyonê', xeta Til Rifat-Şehbayê radestî wan bê kirin.

YÊN SEREKE BAREGEHA HMEYMÎM Û RÊYÊN M4 Û M5 IN

Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku bi baldarî operasyonê didomînin, tê gotin ku destpêkê dixwazin Baregeha Hmeymîmê ewle bikin û rêyên bejahî yên M4 û M5 kontrol bikin.

Her du rê bajarên Heleb, Îdlib, Lazkiye, Hama û Şamê bi hev ve girê didin, lewma kontrolkirina van rêyan wê ji bo bazirganî, sewqiyata leşkerî û lojîstîkê avantajê bide rejîmê, di heman demê de wê yek ji çavkaniyên girîng ên hatine yên çeteyan tine bike.

Eger operasyon bidome, wê karê destpêkê yê rejîmê û Sûriyeyê kontrolkirina navçeyên Maret Numan, Serakîb û Han Şeyhun be ku li ser rêyên navneteweyî yên M4 û M5 in. Kontrolkirina van navçeyan wê were wateya kontrolkirina 25 ji sedî yê Îdlibê