Li Êrîvanê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê (YJA) yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Şeyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin bi civînekê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê YJA’yê ve li gundê Araksê yê girêdayî Oktoberyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiyê ve destpê kir.

Di civînê de siyasetmedar Medya Cudî axivî. Cûdî li ser têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz axivî û got: “Hevrê Sakîne Cansiz zarokeke malbatek ji Terteleya Dersimê filitî ku xwedî çandek berxwedanê û serhildêr a Dersimê bû. Şopdara xwebûna xwezayî ya jinên Dersimê bû û bi vê yekê pêşenga me bû. Hevrê Sakîne yek jineke şoreşger ku jiyana xwe ji bo azadiyê dabû. Pêşengeke şoreşger bû ku hemû jinan hêz ji wê digirt.

Cûdî bi domdarî got: “Dijmin bi qetilkirina hevrê Sara re xwest xeta azadiya jinê, her wiha hêza pêşeng a jinê ji holê rake. Bi qetilkirina hevrê Fîdan xwest pêşiya dîplomasiya li Ewropa bigire û bi qetilkirina hevrê Leyla re jî xwest tirsê bixin nava tevgera ciwanan. Xwestin têkoşîna azadiya Kurd ji holê rakin. Xwestin bi vê komploya navneteweyî bidomînin. Rêbertî li ser vê gotibû; ‘Bi qetilkirina hevrê Sara, domandina komploya navneteweyî bû.’ Lê bila dewleta Tirk û MÎT’û hemû hêzên komploger wê baş bizanin ku bi ser neketin.”

Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îla Tovmason, Dayika şehîd û endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistan Kubar Kalaşyan û welatiyê bi navê Remo Temoyan jî axivîn û diyar kirin ku pêkanîna yekîtiya gelê Kurd ji bo pêkhatina xeyalên şehîdên nemir gavekî pir girîng e.

Civîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi dawî bû.