Li Êlih û Edeneyê 32 kes hatin destgîrkirin

Li Êlihê belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik hate destgîrkirin. Li Edeneyê jî gelek kes bi îdîaya parvekirina agahiyên li ser vîrûsa koronayê hatin destgîrkirin.

Li Êlihê polîsan danê sibehê avêtin ser mala belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik. Di operasyona qirkirina siyasî de kompûtera Bayik hate desteserkirin û ew hate destgîrkirin. Serhat Bayik birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.

LI EDENEYÊ DESTGÎRKIRINA JI BER 'VÎRÛSA KORONA'

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî bi îdîaya "agahiyên bêbingeh' têkildarî vîrûsa koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine, têkildarî 31 kesî biryara destgîrkirin û girtinê da. Di vê çarçoveyê de 31 kes hatin desgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin bi îdîaya "Ji bo panîkê bixe nava gel, tirsê di nava gel de belav dike" û "Gel dixe nava kîn û dijminatiyê, tehrîk û biçûk dixe" hatin sûcdarkirin.