Li Çorûmê terora mêran: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
Li Çorûmê mêrekî birayê jina ku li ber hevberdanê bûn kuşt û 3 kes jî birîndar kir.
Li Çorûmê mêrekî birayê jina ku li ber hevberdanê bûn kuşt û 3 kes jî birîndar kir.
Li Çorûmê Gencel K. birayê jina ku li her hevberdanê bû kuşt û bi çekê jî 3 kes birîndar kir.
Li Taxa Bahçelîevler a Çorûmê Gencel K. (37) birayê jina li ber hevberdanê bû Serkan O. kuşt û Alev O. a ku hevjîna Serkan O. û zarokê wan ê 3 salî jî birîndar kir.
Gencel K. piştre çû mala xesûya xwe Gulîzar G. û ew jî bi giranî birîndar kir.
Hate diyarkirin ku rewşa Gulîzar giran e û di emeliyatê de pêyê wê hatiye jêkirin, rewşa Alev O û zarokê wê jî baş e.
Hate diyarkirin Gencel K. bi wesayîta kirêkirî ji cihê bûyerê reviyaye.