Li 8 xwendekaran ceza barî

Li 8 xwendekaran ceza barî

Ji 8 xwendekarên li ser îfadeyên Mahîr Karademîr ê ku di 5'ê tebaxa 2010'an de li Îskenderûnê teslîmî polîsan bû bi îdîayên "Endamên rêxistinê ne" û "alîkariya rêxistinê kirin" bi giştî 58 sal û 2 meh cezayên girtîgehê girtin.

22'yemîn rûniştina doza 14 kesên piranî xwendekarên zanîngehê yên piştî îfadeyên Mahîr Karademîr (Jehat) ê ku di 5'ê tebaxa 2010'an de li navçeya Îskenderunê ya Hatayê teslîmî polîsan bû, hatin binçavkirin û pişt re derbarê wan de doz hate vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate dîtin.

Kesên tên darizandin bi sûçdariyên Karademîr dema di 25'ê hezarîna 2010'an de çû çiyê têkilî pêk anîn û berî biçe çiya ji wî re alîkarî û hewandin kirin û îfadeyên Karademîr telefon, rapora HTS'ê, perçeyên elektronîk ên li mala xwendekaran hatin destserkirin û projeya ji bo dibistanê hate amadekirin û ji aliyê dadgehê ve ev hek hate erêkirin û Kovara Ozgur Halk di nav delîlan de cih girtin.

Prz. Vedat Ozakn diyar kir ku, ew mutalaya dozger qebûl nakin û di îdîanameyê de ji bilî îfadeyên Mahîr Karademîr tu delîlên din tunene. Ozkan anî ziman ku, şahid ji bo ji zagona poşmaniyê fêde bigire îfadeyên behsa wan tê kirin gotin û dîsa di îfadeyên şahid de bi daxwaza xwe tevlî xebatên rêxistinê yên çiya bû heye. Ji girtiyan Cahît Baybarîz jî diyar kir ku, ew mutalaya dozger qebûl nakin bi riya werger diyar kir ku îfadeyên di îdîanameyê de li hev nakokî ne. Baybarîz anî ziman ku, ji ber ajokarê kamyonê ye ji aliyê dozger ve tê sûcdarkirin û wiha got: "Heta niha tu kesên ajokariya kamyonê kirin bi endamtiya rêxisitnê hatin darizandin tunene. Li vir nasnameya min a Kurd tê darizandin."

Xwendekarê zanîngehê Mustafa Turkoglu ê girtî tê darizandin jî bi riya werger îfade dan û diyar kir ku naveroka dosyayê bi gotinên "vala" û "derew" hatiye dagirtin. Turkoglu anî ziman ku, dozgeriyê bi baldarî lêkolîn nekir û doz vekir û bal kişand ser telefonê û rapora HTS'ê ya di îdîanameyê de cih girtin û wiha got: "Îstasyonên bazê yên Dortyol-Peyas-Hatay li heman alîne û heman sinyalan digirin. Projeya li malê hate girtin projeya dibistanê ye. Tu eleqeya vê bi pergala bombeyê tuneye. Tu eleqeya min jî bi vê yekê tuneye. Êdî li hemberî mirov û hiqûqê baweriya min kê bû." Denîz Bîlgîç jî sûçdarî qebûl nekirin û diyar kir ku axaftinên telefonê, axaftinên rojane ne.

Piştî navberê heyeta dadgehê ji kesên girtî Cahît Baybarîz, Mustafa Turkoglu û Denîz Bîlgîç re bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" ji her yekî re 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê û bi heman hincetê ji kesên bêyî girtî tên darizandin Edep Tekîn, Ender Saglam, Fuat Vural, Hîkmet Hatîp û Veysel Işik re jî ji her yekî re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.