Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li 6 navendan ji bo azadiya Ocalan çalakî

Li gelek navendên Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê çalakiyên protestoyî hatin kirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hatin kirin.

Li bajarê Rennes ê Fransa, paytexta Îtalya Roma, bajarên Lûzenrn, Solothûrn û Zurîh ên Swêdê û bajarê Graz ê Avwûtûryayê çalakî ji bo şikandina tecîrda li ser Ocalan hatin kirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî daketin qada û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Çalakî wê sibe jî dewam bike.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê jî bi heman armancê çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de belavokên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hatin belavkirin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzerê jî li pêşiya stasyona trenê ya li navenda bajêr saet 12:00’an kon hate vedan û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ hate vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê NCKD-Lûzernê Kadîr Ozkan axivî û got: ‘Heta agahî û azadiya Rêber Apo bidest bixin em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakî piştî belavokan û saet 19:00 bi dirûşman ve bi dawî bû.

SOLOTHÛRN

Çalakıya kon a ji aliyê Kurdistaniya ve li dijî tecîrdê hatibû lidarxistin îro di saetên şevê de bi dawî bû. Çalakiya ku li Amphaûsê ku pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

ZURÎH

Çalakiya li dijî tecrîdê ya ku li Qada Staûfacher a Zurihê ku 4 roj in li pey xwe dihêle jî Meclîsa Jinan a Bêrîtan dewir girt. Li qada çalakî hate kirin mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de hevberdevka HDK-Ewropa Demîr Çelîk axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku divê Ocalan ê di bin şert û mercên giran ên tecîrdê de ye bê azadkirin.Çalakî di saetên şevê de bi dawî bû. Her wiha hate gotin heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan bidomin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî ji bo balê kişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate kirin. Çalakiya standê ku li Haûptplatzê hate kirin broşur hatin belavkirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin bilindkirin.