Li 6 navendan ji bo aştiyê meşên girseyî pêk hatin

Li 6 navendan ji bo aştiyê meşên girseyî pêk hatin

Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Dîlok, Bûrsa, Sêrt, Dêrsim, Îzmir û Manisayê meşên girseyî pêk hatin. Di meş û çalakiyan de bal kişandin ser pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" û Şoreşa Rojava. Girseyên ku meş pêk anîn banga aştî û çareseriyê kirin.

Li Dîlokê endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Parka Yeşilsu mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de parlamenterên BDP'ê, Rêveberên ÎHD, KESK, PSAKD, HDK, OSP, ODP, LGBT û gelek saziyên sivîl jî di navde bi hezaran welatî kom bûn. Di mîtîngê de pankarta "Di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de Em Şoreşa Rojava silav dikin" û "Hikûmet pêvajoyê tev li hev neke û gavan bavêje" û "Li dijî sîxurî, pişaftin, fihuş, asimilasyonê û tiryakê bêje bes e" û "Di roja aştiya cîhanê de em li Rojhilata Navîn û welatê xwe şer naxwazin aştiyê dixwazin" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedan Rojava", "Bijî biratiya gelan" berz kir. Girsa ku bi pankart, dowiz û siloganan heta parkê meşiyan mîtîng pêk anîn. Di mîtîngê de Endamê Meclisa HDK'ê Mehmet Karayilan, axaftin kir û diyar kir ku di şerê Sûriyê de herî zêde gelê Dîlokê bedelên giran daye. Karayilan, helwesta hikûmetê ya li hemberî gelê Rojava jî rexne kir û xwest êdî hikûmet li aliyê aştiyê cih bigire. Parlamenterê BDP'ê yê Dîlokê Demir Çelik jî axivî û piştî axaftinê mîtîng bi dawî bû. Piştî mîtîngê pêpelokên Parka Yeşilsu bi rengê keskasorê boyax kirin.

Li Manîsayê jî bi heman armancê û bi heman dowîz û pankartan bi hezaran kesên ku di navde endam û rêveberên BDP, HDP, EMEK, CHP, Kaldıraç jî hene li Uluparkê şahî pêk anî. Şahî bi axaftin û govendê bi dawî bû.

Li Îzmirê jî di pêşengiya Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê û HDK'ê de bi heman armancê li pêş deriyê Basmahaneya Fuarê kom bûn û heta Sumerbankê ya berê meş pêk anîn. Di meşê ne parlamenterên BDP'ê, nûnerên HDK, EMEP, DSİP, TKP 1920, ODP, KESK, Halkevleri, Anarşist û gelek saziyên din amade bûn. Li vir jî heman parkart û dowîz hatin vekirin. Meş piştî axaftinan bi Koroya Zarokan bi dawî bû.

Li Bûrsayê jî di pêşengiya HDK'ê ya Bûrsayê de bi heman armancê li pêş Altıparmak Mafe Kafe kom bûn û heta Navenda Çandê ya Tayyare meşek girseyî pêk hat. Girseyê ku li vir kom bû daxuyanî da û piştî daxuyaniyê belav bû.

Li Sêrtê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'a Sêrtê de bi hezaran kesên li Girê Kizlarê kom bûn şahî pêk anîn. Girseya ku li Qada İtfaiyê kom bû, bi heman pankart, dowîz û siloganan bername pêk anî. Li qadê pankarta mezin a "Tenduristiya Birêz Ocalan garantiya aştiyê ye" vekirin û şahî pêk anîn. Di şahiyê de jî nûnerên HDP, Dayikên Aştiyê KESK, MEYADER, TUHAD-DER, NÇM û bi hezaran welatî amade bûn. Li Qadê pankarta "Ji Ocalan re azadî" û alên PKK, KCK û PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin rakirin.

Piştî axaftinan Koma Denge Botan û hurermend Bedran Adar konser da.


Li Dêrsimê jî Hêza Ked û Demokrasiyê bi heman armancê bi sedan kes li Kolana Hunerê li hev kom bû û heta Qada Seyit Riza meş pêk anî. Bi sedan kesan siloganên "Bijî serok Apo" û "Biji bratiya gelan" berz kirin. Li vir ji postekên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK hatin vekirin. Pişî meşê li Parka Seyit Rıza Konê Aştiyê hat vekirin.