Li 6 navendan çalakiyên Kobanê

Li 6 navendan çalakiyên Kobanê

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re didomin. Çalakvanên AKP û DAIŞ şermezar kirin, dixwazin korîdor bên vekirin. Girtiyên siyasî jî di nava xwe de kampanya destpê kirine û ji bo Kobanê alîkarî dişinin

ÎZMÎR

Xwendekarên Zanîngeha Ege (EU) ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li ber Fakulteya Edebiyat kom bûn.

Xwendekaran pankarta “Bijî Berxwedana Kobanê” vekirin, dovîzên “Kobanê bikeve wê bi ser serê we bikeve” û “Arîn Mîrxan bêmirine” hildan û li ser hev dirûşmaya ,“Li ber xwe bide Kobanê Ege li gel te ye” gotin. Di daxuyaniya piştî meşê hat dayîn de, hat diyarkirin wê xwendekar li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin û wiha hat gotin, “Ger Kobanê bikeve, wê Enqere jî bikeve.”

Li gel vê hat hînbûn li ser gilîkirina Rektor Candeger Yilmaz gelek TOMA, wesayîtên zirxî û bi sedan polîs hatin zanîngehê.

ENQERE

Halk Evlerî bi armanca piştgiriya bi Kobanê re li tevayî Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya daye destpêkirin de, li Enqereyê korîdora însanî ya temsîlî hat çêkirin.

Di çalakiyê de helbestvan Ahmet Tellî, Akademîsyen Temel Demîrer, Seroka Giştî ya Halk Evlerî Oya Ersoy, pêkhateyên HDP’ê, saziyên civaka sivîl   û gelek kesên di nav wan de nûnerên sendîkayan jî hebûn tevlî bûn.

Ahmet Tellî ku di çalakiyê de axivî got: “Çanda alîkariyê, çanda piştgiriyê van diyariyên biçûk desthilatdar nikarin fêm bikin ji ber ku ew li pey rantên mezin in. Bi xeyalên xwe yên biçûk li pey rantên mezin in, em bi alîkariyên xwe yên mezin bi xeyalên xwe yên mezin me li vir me korîdorek çêkir."

Temel Demîrer got: “Kasimpaşali dibêje ‘Çi eleqeya me bi Kobanê re heye’. Ez nizanim ti eleqeya wî Kasimpaşayî bi însantiyê re heye! Ti kesek nikare fêm bike, ew ne însan e!”

Hat hînbûn wê çalakî heya 10’ê Mijdarê dewam bike.

BAZID

Li navçeya Bazid a Agirî bi pêşengiya DBP, HDP, şaredarî û pêkhateyên civaka sivîl bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re di çarçoveya kampanyaya “Em sifreya xwe bi Rojava re parve dikin” hatiye destpêkirin, bi giştî 2 TIR kelûpel ber bi Pirsûsê ve hat şandin.

ERZIROM

Li navçeya Kanîreşê ya Erziromê çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê di roja 8’emîn de dewam dikin. Li navçeyê îro jî dikandaran dikan venekirin, bi pêşengiya Rêxistina navçeyê ya DBP’ê daxuyanî û çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÎDÎR

Li Îdirê meşa ji aliyê Rêxistina Bajêr a DBP’ê ve hat destpê kirin bi pankart û dirûşmeyan komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên DAIŞ ên ser Kobanê hatin şermezarkirin.

Serokê Bajêr DBP’ê yê Mehmet Anar bal kişand ser daxuyaniyên di rojên dawî yên rayedarên hikûmetê û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê di rojeke wiha ya gelê Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye destek nedaye û korîdora alîkariya însanî jî venake.”

MELETÎ

Şaxa Meletî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke li avahiya komeleyê êrîşên çeteyan ên li hember Kobanê şermezar kir. Serokê Şaxa ÎHD ê Meletî Servet Akbudak diyar kir rewşa li Kobanê her diçe xeter dibe.

LI ÎZMÎR Û SÊRTÊ JI GIRTIYAN KAMPANYA

21 jinên ji doza PKK û PAJK’ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê girtîne, 10 çewalên malzemeyên pêwîstiyên bingehîn ên kom kirine bi rêya TUHAD-DER’a Sêrtê şandin kampa Êzidiyên li Kampa Sêrt Dudêran Şengalê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê jinên girtî ve hat dayîn wiha hat gotin: “Îro çi li Rojava çi li Şengal li hemberî gelê me polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Gelê me neçar hiştine ji warên xwe koç bibin. Îro erka me ya bingehîn mal û dilê xwe em jêre vekin. Bi ruhê şoreşa Rojava em hemû gelê xwe silav dikin û em hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk banga xwedîderketina li Şengal û Rojava dikin.”

Girtiyên siyasî ên li Koxuşa Hejmara 3 a Girtîgeha Tîpa T ya Şakran a Îzmîrê dimînin bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re di nava xwe de hezar TL kom kirin. Pereyên ji aliyê girtiyan ve hat komkirin radestî Koordînasyona Êlihê ya Rojava û Şengalê kirin.