Li 6 bajarên Swêdê dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li bajarên Stockholm, Örebro, Gävle, Malmö û Helsingborg ên Swêdê êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
Li bajarên Stockholm, Örebro, Gävle, Malmö û Helsingborg ên Swêdê êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
Li bajarên Stockholm, Örebro, Gävle, Malmö û Helsingborg ên Swêdê êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
STOCKHOLM: Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên qirker û bêdengiya welatên rojavayî, li paytexta Swêd Stockholmê li ber Sefaretxaneyên Bilind ên DYA û Elmanyayê xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Ji Komîteyên Rojava Tomas Pettersson li vir daxuyanî da û bi bîr xist ku artêşa Tirk tevî çeteyên DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsrayê amadekariyan dike ku li Efrînê qirkirinê bike û bêdengiya cîhanê şermezar kir. Çalakger piştî daxuyaniya li vê derê ber bi avahiya Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê meşiyan û li vir dirûşm qîriyan. Qisekeran bang li Elmanyayê kir ku dawî li hevkariya qirêj a bi dewleta Tirk re bîne.
GÄVLE: Li bajarê Gävle, Kurdistanî danê êvarê li meydana Storatorgetê li hev civiyan û ji bo destekê bidin berxwedana serdemê meş û mîtîngek li dar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Gävleborgê Mirza Behram li mîtîngê axivî û işaret bi xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Efrînê ye kir. Di daxuyaniyê de bang li Swêdê û welatên rojavayî hate kirin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin.
GÖTEBORG: Li bajarê Göteborgê jî Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Rûsyayê li hev civiyan û peyama qirêja Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re bi qîrîna dirûşma "Terorîst Putin" şermezar kirin. Çalakgeran bang li Rûsyayê kirin ku dawî li tifaqa xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne ku li ser dijminatiya li Kurdan hatiye avakirin. Rojnameya Göteborg Posten cihekî berfireh da çalakiyê.
ÖREBRO: Kurdistaniyên li navenda bajêr li hev civiyan pankarta bi nivîsa "Pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê bigirin" vekirin. Di çalakiyê de dewletên Tirk û Rûsyayê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya demokratîk-şoreşger hate kirin ku li ber komkujiyên li dijî Kurdan rabin.
MALMÖ: Kurdistanî li meydana Triangelê li hev civiyan û ji bo destekê bidin berxwedana serdemê xwepêşandanek li dar xistin. Çalakgeran ji hikumeta Swêdê xwestin ku ji dijî êrîşên li ser Efrînê li nava Neteweyên Yekbûyî bikevin nava liv û tevgerê.