Li 5 bajaran operasyona Gezî: 10 binçavî
Li 5 bajaran operasyona Gezî: 10 binçavî
Li 5 bajaran operasyona Gezî: 10 binçavî
Serdegirtinên malan ên ji ber berxwedana Geziyê hînê dewam dikin. Polîsan li Enqere, Îzmîr, Sansûnn, Dêrsim û Hatayê avêtin ser malên endamên ESP û KESK'ê û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku, li ser malên kesên ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bû ne li 5 navedan ji aliyê Muduriyeta Emyeta TEM’ê a Enqerê operesoyoneke hemwext pêk hat û di serdegirtina malan de endamên ESP û KESK’ê ji di nav de bi 10 kes hatin girtin û di encama serdegirtinên li Enqerê de Seroka Rêxistina ESP'ê ya Bajêr Fadîme Çelebî û endamên ESP'ê Orhan Çelebî, Bûrcû Arslan, Ezgî Îslam, rêveberê Egîtîm-Senê Bulent Salmanoglû û Mazlûm Çelîk hatin binçavkirin.
Hat hînbûn, endama ESP'ê Seda Baykan jî li mala hevalên xwe li Îzmîrê hatiye binçavkirin û ew ji vê derê birina mala xwe ya li Yamanlarê û li lêgerîn hatiye kirin. Tê gotin, ku Baykan wê bînin Enqerê.
Li Hatayê jî, endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Huseyîn Alî Kûdret, di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Girtiyên ku li Dêrsimê û Sansûnê çêbûne navê wan ne hatin zanîn.
Fikar tên kirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.