Li 4 navendên Fransayê çalakî

Li bajarên Fransa Strasboûrg, Parîs, Marsîlya û Banliyoya Evry ya Parîsê, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin protestokirin.

Li bajarên Fransa Strasboûrg, Parîs, Marsîlya û Banliyoya Evry ya Parîsê, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin protestokirin.

STRASBOÛRG

Li Straboûrgê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin. Girseya gel di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "DAIŞ û dewleta Tirk bi hev re komkujî li Pirsûsê kirin", "Dawî li bombekirinê bînin", "DAIŞ kujer û barbar e, TC hevkar e", "Kujer Erdogan", "Ji Kurdistanê re aştî", "Ji aştiyê re erê, ji şer re na" hatin hilgirtin. Di axaftinên li vir de polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin mehkûmkirin.

EVRY

Li Evry, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek lidar xist. Meş bi beşdariya 500 Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Evry destpê kir. Di meşê de posterên Ocalan hatin hilgirtin û bi qîrîna dirûşmeyan polîtîkayên şer û operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin. Li dû meşê girseya gel a xwe gihand ber Walîtiya Evry, belavok belav kir û dawî li çalakiya xwe anî.

PARÎS

Ciwanên Azad Parîs, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd û derdorên mûxalîf, protesto kir. Bi vê armancê ciwanan li ber Kûleya Eyfelê çalakî pêk anîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Çalakî bi belavokkirina belavokên li ser şer û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdan dike, bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê rêze çalakiyên ev çar rojin tên lidarxistin, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Standa bi wêne, belavok û afîşan li Meydana Vîeûx Portê hat vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Li vê derê der barê jinên dîlgirtî yên Şengalî, êrîşên çeteyan ên li Rojava, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dawî, agahî hat dayîn. Danê êvarê jî ji Meydana Canabîerê bi qîrîna dirûşmeyên "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe" heta qada stand lê ye, meşek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzigirtinê, belavoka Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan a Marsîlyayê hat xwendin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê Azad Şirnexî di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku berpirsyarê tekane yê şer AKP û Tayyîp Erdogan e. Şirnexê da xuyakirin ku AKP û Tayyîp Erdogan çawa li Kobanê, li Girê Spî, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû, wê nikaribe ji têkçûnê xwe rizgar bike. Li dû axaftinan zarokan balokên bi nivîsên aştî, tecrîd û azadiyê firandin û çalakî bi dawî bû.

...